Artêşa Îranê: Dorpêça deryayî ya DYE'yê 'ne qanûnî' û 'korsanî' ye
Artêşa Îranê nerazîbûn nîşanî dorpêça deryayî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) da, ku wê di nava rojê de destpê bike û got, "Ne qanûnî" ye.
Artêşa Îranê nerazîbûn nîşanî dorpêça deryayî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) da, ku wê di nava rojê de destpê bike û got, "Ne qanûnî" ye.
Fermandariya Hêzên Çekdar ên Îranê Hatam El-Enbiya daxuyaniyek li ser mijarê da û got, "Qedexe û astengiya ku Emerîka ya sûcdar datîne ser ger û geşta li deryayê ya navneteweyî ne qanûnî ye û mînakek ji korsaniyê ye."
Di daxuyaniyê de her wiha ev hişyarî hate dayin: "Eger gef li ewlehiya bendergehên Komara Îslamê yên li Kendava Basra û Derya Ûmmanê bê xwarin, ti ji bendergehên li Kendava Basra û Derya Ûmmanê wê ne ewle be."
Artêşa DYE'yê ragihandibû ku roja Duşemê ji saet 14:00 GMT û pê ve hemû keştiyên dikevin bendergehên Îranê û jê derdikevin wê bêne dorpêçkirin.